Lînkên eksesibilîtî

Rêberê Opozîsyona Taylandî Hazir e ligel Serokwezîr Bipeyîve


Rêberê opozsîyona Taylandî Suthep Thaugsuban îma kir ku ew ji danûstandinên bi Serokwezîr Yingluck Shinawatra re vekirî ye.

Thaugsuban, ew çend hefte bûn ku red dikir ligel Shinawatra hemî rengên dîyalogl bike û dawî li kêşeya dûr û dirêj bîne.

Rêberê hevrik Thaugsuban ku pêşengîya xwepêşandanên dijî hikûmetê dike, îro Pêncşemê got, ew hazir e ku ligel Shinawatra beşdarî bernameyeke gotûbêjî bike.

Thaugsuban got, şerta wî ev e ku tenê ew her du programê de amade bûn û ew bername di televîzyonê de zindî were weşandin.
XS
SM
MD
LG