Lînkên eksesibilîtî

Biryarên MGK yên 28’ê Sibata 1997’an li Stenbolê Hate Protesto Kirin


Biryarên Desteya Ewlekarîyê ya Tirkîyê (MGK) yên 28’ê Sibata 1997’an ku wekî darbeya postmodern tê binav kirin di salvegera xwe ya 17’an de li Stenbolê hate protesto kirin.

Xwepêşandana protestoyî roja Şemîyê li Taksîmê li ser navê ‘Platforma 28’ê Sibatê’ hate li dar xistin ku bêhtirî 30 komele, dezgehên sîvîl û sazîyên pîşeyî piştevanîya wê kirin.

Di daxuyanîya hevpar de hate dîyar kirin, darbeya 28’ê Sibatê 17 sal berê li dijî îradeya gel û hikûmeta hilbijartî pêk hatiye.

Di daxuyanîya protestoyî de hate gotin, “28’ê Sibatê yek ji zincîreya darbeyên 27’ê Gulan a 1960’î û 12’ê îlon a 1980’yî ye û niha jî ‘Pêkhata Paralel’ anku bi navê din Cemaeta Fethullah Gulen bi operasyona dizî û perexwarinê ketiye nav hewildana darbeyekê.”

Dozgerê Komarî yê karkenar Reşat Petek jî li vê xwepêşandanê da xuya kirin, darbeya 28’ê Sibatê bi hinceta dijî paşverûtîyê pêk hatiye ku darbekaran xwestine bi li nav civakê tovê cudaxwazîyê were çandin.

XS
SM
MD
LG