Lînkên eksesibilîtî

Pêleka Mezin ya Berfbarînê Amerîka Girtiye


Pêleka mezin ya berfbarînê li welayetên rojhilata Amerîka girtiye, ku bû egera daxistina hemî sazî û dezgehên hikûmeta fedralî li Washingtona paytext.

Li şeva Yêkşembî baranbarînê devera li Washington destpêkir, paşî hêdî hêdî pila germê hate xwarê û berê spêda roja Dûşembî berfbarînê destpêkir ku ji bilî Washington paytext, bajarên welayetên Vîrgina, Maryland, New Jersey, Delaware, Pennsylvania, Tennessee, North Carolina û Alabama girtiye.

Herwiha, ofîsên hikûmetên xwecihî û xwendingeh û zanîngeh jî hatin giritn. Ji şeva Yêkşembî nêzîkî 5600 geştên esmanî hatin ragirtin.
XS
SM
MD
LG