Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Rojava Hewlên Dîplomatîk bo Krîza Rûsya-Ukrayna Zêde Dikin


Welatên Rojava di hewileke nû de dixebitin ku çareserîyeke aştîyane ji krîza herêma Kirim ya Ukrayna re bibînin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya William Hague dibêje, Amerîka û Brîtanya hewil didin ku derfeteke dêplomatîk were pêş ku Rûsya û Ukrayna werin be hev û hevdîtinan bikin.

Rûsya beşdarîya kombûna Hague û hevtayê wî yê Amerîkî nekir ku di bin Peymana Budepeşt de îro Çarşemê li Parîsê hate kirin.

Li gor Peymana Budepeşt ku di sala 1990'î de hatibû îmza kirin, Brîtnaya û Rûsya qayil bibûn ku yekgirtina axa Ukrayna biparêzin.
XS
SM
MD
LG