Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Hemû Komên Çekdar li Sûrîyê bi Tawanên Şer Tawanbar Dike


Paulo Pinheiro, berpirsê Komisyona NY ya Lêpirsînê.
Paulo Pinheiro, berpirsê Komisyona NY ya Lêpirsînê.
Raporteke nû ya vekolînan li ser nakokîya Sûrî hemû komên çekdar bi tawanên şer û tawanên dijî mirovahîyê gunehbar dike.

Komisyona Lêpirsînê ya NY dibêje, ew ti dawîyê ji şerê temen sê sal re li Sûrîyê nabîne. Ew herwiha dibêje ku ti dawîyê jibo komkujî û binpêkirinên hovane ji alîyê hemû hêzên çekdar ve nabîne.

Bêtirî 130 hezar kes di vî şerî de hatine kuştin. Jiber şer, neh milyon penaber li hundir û derveyî Sûrîyê jî derketine holê. Vekolerên ku nû ji kampên penaberan li welatên cîranên Sûrîyê vegerîyane, dibêjin ku gelek ji qurbanîyan bêhêvî bûne.

Ev raporta herî dawî vekolînan vedihewîne ku ji 15'ê Tîrmeha 2013'an heta 20'ê meha yekê ya 2014'an pêk hatine. Ew li ser bingehê 563 hevpeyvîn û belgeyên din hatiye amadekirin. Berî hikûmeta Sûrî rê nedida vekoleran ku derbasî nav welêt bibin.

Bêtir agahî di vê raportê de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG