Lînkên eksesibilîtî

Hişdariya Wezareta Derve ya Amerîkî bo Seredana Îraqê


Wezareta Derve ya Amerîka roja Pênçşembî 6 meha 3 Adarê di belavokekê de hişdarî da hemû hevwelatîyên Amerîkî ku heke pêdivî nebe serdana Îraqê nekin. Ev hişdarîya seferkirinê cihê hişdarîya 5 meha 9, sala 2013 digire bo nûkirina pêzanînan li ser boyerên ewlekariyê û ku alozkarîyên berdewam li Îraqê bîne bîra hevwelatîyên Amerîkî, weku kiryarên revandinê û tûndûtûjîyên terorîstan. Şîyana Balyozxana Amerîkî bo parastina hevwelatîyên Amerîkî ji tûndûtûjîyan bo nimûne girtina wan, şîyana Balyozxanê gelek vebirye.

Hikûmeta Amerîkî gefa li ser karmendên hikûmeta Amerîkî li Îraqê bi cidî werdigire û daxwazê li wan dike ku di bin rênemayên parastinê ya tund de bijîn û kar biken.

Balyozxana Amerîkî li Devera Kesk ya Navneteweyî li Bexdayê ye ku di bin parastineka tunde ye. Karbidestên Îraqî berpirsyarin ku wê deverê biparêzin. Gerîdeyên ku seredana Devera Kesk dikin divê bizanin ku renge karbidestên Îraqî daxwaza teşxîsên taybet bikin demê derbazî Devera Kesk dibin.

Belavoka Wezareta Derve ya Amerîka herwiha dibêje, li salên borî li hindek deverên Îraqê bi taybet Herêma Kurdistanê ku ji parêzgehên Hewlêr, Silkêmanî û Duhokê pêk tê kêmtir ji hindek deverên din tundûtûjî lê qemîne û tenatir bûne, lê gefe her heye. Daxwaz ji karmendên hikûmeta Amerîkî li bakura Îraqê tê kirin demê derdikevin nobedarek digel wan be.

Belavoka Wezareta Derve ya Amerîkî ji hevwelatîyên Amerîkî dixwaze ku seredana deverên nêzîkî tixûbê Sûrîye, Tirkîye û Îranê nekin.
XS
SM
MD
LG