Lînkên eksesibilîtî

Erebîstana Saudî Îxwan Xist Nav Lîsta Rêxistinên Terorîst


Erebîstana Saudî Biratîya Misilman (Îxwan) bi fermî xiste lîsta rêxistinên terorîst.

Daxuyanî îro ji zarê wezareta navxweyî di televîzyona dewletê de hate ragihandin.

Erebîstana Saudî ditirse nêrînên tundrê yên Îxwan gefan li ser sîstema desthilata Saidîyan bike.

Riyad herwiha du grubên cîhadî, el Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam jî wek terorst nav kir ku her du jî li Sûrîyê aktîv in.

Hêjayî bîrxistinê ye ku piranîya şervanên wan du rêxistinên terorîst ji Erebîstana Saudî tên.
XS
SM
MD
LG