Lînkên eksesibilîtî

Rûhanî Biryara Girtina Rojnameyên Reformxwaz li Îranê Rexne Dike


Serokê Îranê yê naverast bi tundî rexne li karbidestên tundrê kir jibo fermana girtina rojnameyên reformist.

Desthilatdarên dadwerî biyar dan du rojnameyên reformxwaz bi navê Aseman û Bahar, werin girtin, piştî çend mehan ji îdîayên lêpirsîna wan bo prensîpên Îslamî.

Serok Hesen Rûhanî roja Şemîyê gote rojnamevanan ku tiştekî şaş e rojnameyek li ser tawana xwe ya yekem were girtin, jiber ku nivîskarekî wê ne durist hatiye dîtin. Gotinên wî bi awayekî zindî li ser televizyona dewletê hatin weşandin.

Rûhanî got ku rikaberên wî azad in êrîşî wî bikin. Medyaya tundrê ragihandiye ku peymana navokî ya dîrokî ku rêvebirîya Rûhanî sala bû ligel hêzên cîhanî gihiştê, “xelateke jahrkirî” ye.

Ji sala 2010ê ve, sîstema dadwerîya tundrê li Îranê bêtirî 150 rojnameyên reformxwaz girtiye û bi dehan sernivîskar û nivîskar girtine. Pirê caran ew li ser tawana pîskirina desthilatdaran tên darizandin.
XS
SM
MD
LG