Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansên Rûs Yên Nûçeyan: Dibe ku Mosko Peymanên Çekan ligel Amerîka Betal Bike


Ajansên nûçeyan li Rûsya dibêjin, Mosko dide ber çavên xwe ku hemû peymanên kontrola çekan ligel Amerîka bicemîne, piştî biryara Washington bo rawestandina hevkarîya xwe ya leşkerî ligel Rûsya.

Ajansan roja Şemîyê daxuyanîyeke karbidesrtekî Wezareta Berevanîya Rûsya belav kir, tê de got ku Mosko dibîne ku ev liva Amerîka sedemeke ku peymanên leşkerî ligel wê rawestîne.

Di nav wan peymanan de, peymana kêmkirina çekên navokî ku wekî New STRART tê zanîn û herwiha peymana sala 2011an ya Vienna di navbera Rûsya û NATOyê de li ser pîvanên avakirina bawerîyê.

Ev gotinên wisa li ser ajansên nûçeyan li Rûsya tên bikaranîn jibo şandina daxuyanî û helwesta hikûmetê.

Amerîka û Yekîtîya Ewropa sizayên nû derxistine ser Rûsya wekî bersiva bo şandina leşkerên Rûsî ku nîvgirava Crimea ya li ser Deryaya Reş li Ukrayna, kontrol kirine.
XS
SM
MD
LG