Lînkên eksesibilîtî

Opozisyona Leşkerî ya Sûrî Danîna Rêberekî Nû Piştrast Dike


Wêne ji arşîvê ye.
Koalisyoneke komên opozisyona Sûrî bijareya xwe jibo rêberê artêşê yê nû piştrast kir, piştî ku rêberê leşkerî yê berê red kir ku xwe bide alî.

Civata bilind ya leşkerî ku Rojava piştgirîya wê dike, roja Şemîyê daxuyanîyek derxist tê de danîna General Ebdul Îlah el Beşîr bo cihê General Selîm Îdrîs piştrast kir.

Civata leşkerî bixwe danîna el Beşîr li 17'ê Sibatê ragihandibû. Lê piştî wê ragihandinê bi du rojan Selîm Îdrîs ew biryar red kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku General Ebdul Îlah el Beşîr komandarek serhildayan ji başûrê Sûrîyê ye.
XS
SM
MD
LG