Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûnên Dijî Pîskirina Hewayê li Çînê Tên Amadekirin


Qanûndanerekî mezin yê Çînê dibêje, ewê Pekîn qanûnên jîngehê zêdetir bike û zorê li wan kesan bike ku pereyan bide jiber pîsbûna ku li hewayê dikin.

Di pêşangeheke siyasetan de roja Yekşemê bo civîna salane ya qanûndaneran, Zhang Dejiang, endamê polîtburoya Partîya Komunist ya desthilatdar, got ku cihên kar berpirs in bo wê ziyana ku digihînin jîngehê û divê werin muhasebekirin. Wî got, hinek guhertinên qanûnî tên amadekirin, lê ti hurgilî derbarê wan neda.

Wezareta Jîngehê ya Çînê li dirêjahîya dema karê xwe nikarîbû qanûnên dijî pîsbûna hewayê li ser bicî bikin. Hema nêzîkî hemû bajarên Çînê ku jibo pîsbûna hewayê tên çavdêrkirin, sala bûrî nikarîbûn standardên hikûmetê pêk bînin.
XS
SM
MD
LG