Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Bang li YE Dike ku Pirsgirêka Roketan ligel Îranê Gotûbêj Bikin


Serokwezîrê Îsraîlê bang li berpirsa siyaseta derve ya Yekîtîya Ewropa dike, ya ku nuha serdana Tehranê dike, ku ligel karbidestên Îranî behsa wan çekan bike, ewên ku Îsraîl dibêje, wê hefteya bûrî zeft dikirin û ji Îranê diçûn bo mîlîtanan li Kerta Xezayê.

Catherine Ashton li Tehranê ye jibo bêtir danûstandinên ligel Îranê derbarê programa wê ya navokî.

Di destpêka civîneke heftane ya hikûmeta xwe de, Serokwezîr Benjamin Netanyahu roja Yekşemê got, girtina hefteya bûrî ya keştîyeke çekan “rûyê rastîn yê Îranê” nîşan dide.

Îsraîl amadekarîyê dike ku barê keştîyê bi awayekî vekirî nîşan bide, bi hêvîya ku fişarê deyine ser hêzên cîhanê dema ku ligel Tehranê gotûbêjan bikin. Îsraîl got ku roketên pêşketî di nav barê keştîyê de cih digirtin.

Karbidest li Îran û Xeza hebûna peywendîyê bi wê keştîyê red kirine.
XS
SM
MD
LG