Lînkên eksesibilîtî

Rêxistinên Navneteweyî Banga Alîkarîya Mirovahî ya Bilez li Sûrîyê Dikin


Dora 130 rêxistanan banga alîkarîya mirovahî ya demûdest û herdem bo sivîlan li sernaserî Sûrîyê kirin da ku hinekî ji êş û azarên ku jiber şerê navxweyî yê li welêt kêm bike.

Di nav 128 rêxistinên ku ev bang kirine de ajansên Neteweyên Yekbûyî û grûpên alîkarîyê ji seranserî cîhanê cih digirin.

Di daxuyanîyekê de ku Yekşemê hate belavkirin, van rêxistinan bang li hemû alîyên nakokîyê li Sûrîyê kirin ku guhdarîya dengê civaka navneteweyî bike wekî ku bi rîya Civata Ewlekarîya NY hate derbirînkirin.

Bernivîseke Civata Ewlekarîya NY meha bûrî bang li alîyên şer yên Sûrî kir ku alîkarîya gihandina xizmet û alîkarîyan bikin. NY dibêje, bêtirî 9 milyon hevwelatîyên Sûrî pêdivî bi alîkarîya mirovahî hene.

Gelek ji wan kesên pêwîstî alîkarîyê ne li deverên jêr dorpêçkirina hikûmetê dijîn, li dema ku yên mayî li herêmên jêr kontrola komên serhildayan dimînin.
XS
SM
MD
LG