Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kirim Amedekarîyên Refrandomê dike


Kirim dest bi amadekarîyên refrandomê kirîye jibo herêma wan digel Rûsîya yek bigre.

Serokê Komisyona helbijartinan li Kirim, Myhkailo Malyshev got, wî dest bi amadekarîyan jibo refrandoma roja Yekşem kirîye jibo herêma wan digel Rûsîya yek bigre. Li demê kû karbidestên Kirim rijdin liser nexşeyê xwe, hêzên Rûsî kontirola xwe biser nîvdevava Kirim de qeyîm dikin.

Li heman dem, serek wezîrê demî yê Ukraine Arseniy Yatsenyuk soz û gift dane kû ew destberdarî yek bosta erdê welatê xwe nabin.

Libere roja Çarşem birêz Yatsenyuk digel serok Barack Obama li Washington kom bibe bo miştumirê liser girjîya liser kirim.
XS
SM
MD
LG