Lînkên eksesibilîtî

Mirina Berkîn Elvan li Tirkîyê Bû Sedema Protestoyan


Bi mirina zarokê bi navê Berkîn Elvan re ku li dema bûyerên Gezî Parkê bi fîşeka gazê ya polîsan hatibû birîndar kirin, li gelek bajarên Tirkîyê xwepêşandanên protestoyî destpê kirin.

Berkîn Elvan li 16’ê meha 6 sala 2013’an dema diçû nan bistîne di nav alozîya bûyerên Gezî Parkê de, rastî fîşeka gazê ya polîsan hatibû û piştî 269 rojên li nexweşxanê roja Sêşemê jiyana xwe ji dest da.

Bi ragihandina mirina Elvan re xwepêşandanên pêşî li ber nexweşxaneya Okmeydani ya Stenbolê destpê kirin û piştre jî li gelek meydan û navçeyên Stenbolê belav bûn.
Xwepêşandan ji xeynî gelek navçe û taxên Stenbolê paytaxt Enqere jî di nav de, li gelek bajarên din yên Tirkîyê belav bûn.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku ligel BDP’ê xebatên hilbijartinan dike, piştî mirina Berkîn Elvanê 15 salî 2 roj şîn ragihand.

HDP’ê herwiha heta rakirina cenaze xebatên xwe yên hilbijartinê jî rawestandin.
Rêxistina bajarê Stenbolê ya BDP’ê jî bi daxuyanîyeke nivîskî şideta polîsan ku bûye sedema mirina Berkîn Elvan şermezar kir.

Li gor ragihandinên torên medyayî, di protestoyên heta derengîya şevê berdewam bûn de, gelek kes jiber mudaxeleya polîsan birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG