Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Deh Hezaran Kes Beşdarî Merasîma Cenazeyê Berkîn Bûn


Cenazeyê Berkîn Elvanê 15 salî ku li dema bûyerên Parka Gezîyê hatibû birîndar kirin roja Çarşemê li Stenbolê bi beşdarîya 10 hezaran kesên ji gelek pêkhatên civakê hate bi rê kirin.

Do Sêşemê piştî ku Elvan li nexweşxaneyê can da, bi taybet li Stenbolê û seranserê Tirkîyê xwepêşandan destpê kirin ku îro Çarşemê jî li paytext Enqere û gelek bajarên din Berkîn Elvan hate bîranîn.

Cenazeyê Elvan, roja Çarşemê piştî merasîma olî ji avahîya Cemê ya civaka elewî ku li Okmeydaniya Stenbolê ye bi beşdarîya hezaran kesan hate rakirin.

Cenaze pêşî birin cihê ku Berkîn bi fîşeka polîsan hatibû birîndar kirin û ji wir jî girse tevî cenaze ji ser navçeya Şîşlî ya Stenbolê bi ber goristana Ferîkoy meşîya.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00
Direct link

Bavê Berkîn Samî Elvan, dema oxirkirina kurê xwe bal kişand ser xwedîderketina li seranserê Tirkîyê û got, “Êdî bi milyonan Berkînên min hene.”

Hêjayî gotinê ye, karbidestên hikumetê û rêvebirên partîyên opozîsyonê di daxuyanîyên xwe de, banga aramîyê kirin.

Walîyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu jî bi rêya twitterê ragihand, wan fermana ku li dema merasîmê rûdan pêk neyên gihandiye polîsên xwe.

Piştî candana Berkîn di protestoyên dijî hikûmeta Tirkîyê û şideta polîsan de, ji doh ve mudaxaleyên polîsan pêk hatibûn. Lê belê îro Çarşemê walîyê Stenbolê bi rêya twetirê ragihand ku karbedestên dewletê fermand dane ku merasîmên veşartina cenazeyê bi aramî derbas bibin.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê jî girseyên mezin ber bi cihê rakirina cenazeyê Berkîn ve diherikin ku ji xeynî hin mudaxaleyên biçûk yên polîsan ti rûdaneke mezin pêk nehatiye.

Lê li bajarên din yên Tirkîyê agahî tên ku bi taybet li Enqerê xwepêşanderên li Guven Parkê rastî mudaxaleyên tund yên polîsan hatine.

Dîsa di protestoyên ji şevê din ve berdewam dikin de, her jimareke zelal nehatibe ragihandin jî, zarok û jin jî tê de gelek kesên di nav alozîya mudaxaleyên polîsan de birîndar bûne hene.

Li merasîma cenazeyê Berkîn Elvan, partîya opozîsyonê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ligel hemû pêkhatên xwe amadehî kir.

Dîsa Partîya Demokratîk ya Gelan û Partîya Aştî û Demokrasîyê jî banga beşdarîya cenazeyê kiribû û tevî Hevserokên HDP’ê Sebahat Tuncel, namzedê şaredarîya Stenbolê Sirri Sureyya Onder û gelek rêvebirên partîyê li merasîmê amadehî kirin.

Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul û Serokê Parlamena Tirkîyê Cemîl Çîçek jî peyamên serxweşîyê ragihandin ku hêvîyên xwe yên bûyerên wiha neqewimin anîn ziman.

Meşa rakirina cenazeyê ya ber bi goristanê ve bi beşdarîya girseyên mezin berdewam kir û hişt ku li gelek deverên Stenbolê jiyan were asta rawestînê.

Hêjayî gotinê ye Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) jî di nav de, karbidestên partîyên opozîsyonê û yên hikûmetê banga aramîyê kirin.
XS
SM
MD
LG