Lînkên eksesibilîtî

Biryara Parêzgehbûna Helebçe Hat Îmza Kirin


Serokwezîrê Harêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku biryara parêzgehbûna Helebce îro Pênçşembî anku 3 Adarê sala 2013 hat îmza kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistan Îraqê roja Pênçşembî digel şandeke Helebçe kom bu ku ji Qaymqamê Helebçe Goran Edhem û serokê bajarvanîya Helebçe û nûnerên komelên sîyasî û olî pêk dihat.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermî daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû ku li hêvîya Bexda nemînin û karûbarên parêzgehbûna Helebçe destpê bikin.

XS
SM
MD
LG