Lînkên eksesibilîtî

Merkel: Krîza Ukrayna Dikare Zîyaneke Mezin Bide Rûsya


Serokwezîra Almanya Angela Merkel dibêje, Rûsya dikare bi zîyaneke mezin ya aborî û sîyasî rû bi rû be, eger helwesta xwe ya ser krîza Ukrayna neguhere.

Xanim Merke, di axaftina xwe ya li parlemna Alman de, îro Pêncşemê got, yekgirtina axa Ukrayna ne mijara gotûbêjan e.

Welatên Rojava û Rûsya li ser hebûna leşkerî ya Moskow li Nîvgrava Kirim le hev nakin. Kirim ku piranîya şenîya wê Rûs in, li ber e, roja Yekşemê referandumeke bike ku biryar bide tev li Rûsya be yan ne.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro li Washingtonê got, referanduma plankirî dijî qanûna bingehîn ya Ukyayna û herwiha dijî rêznameya Neteweyên Yekbûyî ye.
XS
SM
MD
LG