Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Dibêje Dibe ku Lêgerîna Firoka Malezî Heta Okyanusa Hîndî Fireh Be


Amerîka dibêje lêgerîna firoka Malezî ya hindabûyî dikare heta Okyanusa Hîndî were fireh kirin.

Hêjayî gotinê ye Okyanusa Hîndî dikeve rojavayê cîhê ku peywendîya herî dawî ya bi firokê hate kirin.

Di nav firoka Malezî de 239 rêwî hebûn û ev şeş roj in ku firok hinda bûye û heta niha vekolêr rastî rêça wê nehatine.

Berdevkê Qesra Spî Jay Carney got, agahyên nû hene ku firok ji rêka xwe ya plankirî ya ji Pekên heta Kuala Lumpur derketibe û ber bi Okyanusa Hîndî çûbe.

Carney got, Amerîka ligel welatîn din di peywendîyê de ye ku operasyoneke berfireh li Okyanusa Hîndê bide destpê kirin û firoka hindabûyî bibîne.

Hêjayî bîrxistinê ye hemî bizavên dîtina firoka yên heta niha têk çûne.
XS
SM
MD
LG