Lînkên eksesibilîtî

Lêgerîna Firoka Malezî li Okyanusa Hîndî jî Destpê Kir


Karbidestên Malezî dibêjin, bizavên lêgerîna firoka Malezî ya hindabûyî niha li Okyanusa Hîndî jî destpê kiriye.

Ew biryar hate dayîn, piştî ku delîlên nû nîşan dabûn ku reng e firok çend seet piştî hindabûna wê li ser li Okyanusa Hîndî firîbe.

Karbidestekî Amerîkî, ku nexwest navê wî eşkere be, dîyar kir ku firoka Boeing 777 mesajên otomatîk şandine setelayt, çend seet piştî ku roja Şemîyê ji radara sîvîl hinda bibû.
XS
SM
MD
LG