Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sariyildiz: Kurd Hêvîyên Xwe di Dewleta Netewî de Nabînin


Parlamenterên Kurd yên ku ji girtîgehê hatibûn azad kirin, 14’ê meha 3 li Stenbolê bi merasîmekê beşdarî nav Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bûn.

Parlamentarên Kurd Gulser Yildirim, Selma Irmak, Îbrahîm Ayhan û Faysal Sariyildiz bi fermî bûn endamê HDP’ê. Parlamenterê bajarê Wan’ê Kemal Aktaş jî jiber qedexeya sîyasetê ya li ser, nekarî bi fermî bibe endamê HDP’ê, lê ewê jî di xebatên hilbijartinên şarevanîyê yên 30’ê Adara 2014’an de cî bistîne.

Hevseroka HDP’ê Sebahat Tuncel, Cîgirê Hevserok û berbijêrê şaredarîya Stenbolê Sirri Surreyya Onder û hin rêvebirên HDP’ê, li vê merasîmê pêşwazîya parlamentarên Kurd kirin.

Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz piştî merasîmê ji Dengê Amerîka re got, “Emê li nav partîya nû jî li ser nirxên xwe yên berê sîyasetê bikin.”

Birêz Sariyildiz, li ser berîya hilbijartinên şarevanîyan bi demekê beşdarbûna nav HDP’ê da zanîn, “Jiber êrîşên van demên dawî ku li dijî HDP’ê pêk tên wan biryara xwe daye pêş.”

Wî li ser rexneyên hin derdorên Kurd ku li sîyaseta HDP’ê dikin jî dîyar kir, sedema wan rexneyan ji nenasîna tevgera sîyasî ya Kurd e.

Parlamenter Sariyildiz got, êdî Kurd hêvîyê di avakirina dewleta netewî de nabînin û li ser razîkirina derdorên HDP’ê rexne dikin wiha peyivî:

“Em heta radeyekê wateyê didin wan rexneyan, lê divê bi hestên nijadperestî tevnegerin. Em bi qasî projeya HDP’ê qîmetê didin civandina Kongreya Netewî ya Kurd jî.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:57 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG