Lînkên eksesibilîtî

Komandarekî El Nusre li Sûrîyê Hate Kuştin


Çekdarên El Nusre.
Çalakvan dibêjin, komandarekî komeleya Cebhet El Nusre ya ser bi El Qayde li Sûriyê hate kuştin.

Li gorî raportan, komandar Abu Ezzam El Kuweytî di şerekî de ligel leşkerên rejîma Beşar El Esed û çakdarên komeleya Hizbullah ya Libnanî hate kuştin.

Kuştina El Kuweytî di demekê de ye ku şerekî giran li navbera çekdarên opozisyon li dijî rejîma Esed û çekdarên Hizbullah berdewam e li bajarê Yebrud.

Yebrud bajarê sereke yê dawî ye li devera çîyayî ya Qelemûn ku di bin kontrola serhildayan de mabe, li gorî ajansa Associated Press.
XS
SM
MD
LG