Lînkên eksesibilîtî

Cezayê Doktorê ku Cihê Bin Ladin Eşkere Kir Hate Kêmkirin


Rêberê El Qayde Osama Bin Ladin di vê malê de li bajarê Abbottabad ji layê hêzeke taybet ya Amerîkî ve hate kuştin.
Dadgeheke Pakistanê 10 sal ji cezayê 33 salan yê doktorek’ kêm kir, ewê ku alîkarîya ajansa sîxorîya Amerîka (CIA) kir Osama bin Laden bibîne.

Şakîl Afridî li Gulana 2012ê li ser karkirina ligel CIAyê nehate gunehbarkirin, lê belê li ser dana pere û pêşkêşkirina alîkarîya saxlemî bo mîlîtanên Îslamî.

Tê bawerkirin ku Afridî ji alîyê desthilatdarên Pakistanî ve hatibû armanckirin jiber îdîayên ku wî programeke derzîlêdanê birêve dibir jibo DNA û piştrastkirina hebûna Bin Laden li bajarokê Abbottabad.

Biryara dadgehê ya roja Şemîyê li bajarê Pîşawer yê bakura rojavaya Pakistanê wekî bersiv hat jibo daxwaza darizandineke nû ji alîyê parêzerê Afridî ve. Dadgehê ew daxwaz red kir.
XS
SM
MD
LG