Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc Polîs li Misirê Hatine Kuştin


Ajansa fermî ya Misirê ragihand ku di êrîşeke çekdarî de roja Şembî pênc polîsên leşkerî li bakura paytextê hatine kuştin.

General Mehmûd Yusrî dibêje ku çekdaran êrîşa xaleke vekolînê kirin li devera Subre El Xîme û polîsên leşkerî kuştin.

Peyvdarê artêşa Misirî Ehmed Mihemed Elî komela Îxwan El Muslimîn bi encamdana wê êrîşê tawanbar kir û bi “komeleke teroristî” bi nav kir.

Karbidestên Misirî komeleya Îxwan El Muslimîn bi encamdana teqîn û êrîşan tawanbar dikin piştî hilweşandina desthilata Serok Mihemed Mursî ji layê artêşê ve.
XS
SM
MD
LG