Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Roketên ‘Hellfire’ û Çekên din li Amerîkayê Wergirt


Roketa ‘Hellfire’
Roketa ‘Hellfire’
Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê ragihand ku hikûmeta Îraqê 100 roketên ‘Hellfire’ û çekên din li Amerîkayê wergirt, di çarçova alîkariyên Amerîkayê bo şerê hikûmeta Îraqê li şerê terorê.

Balyozxana Amerîkayê roja Yekşemê ragihand ku hikûmeta Îraqê di vê mehê de çekên Amerîkî wergirt, di demkê de hêzên Îraqê şerê çekdarên komeleya bi navê Dewleta Îslamî li Îraqê Şamê ya ser bi El Qayde dike.

Amerîkayê herwiha soz dide ku di demekê nêzîk de çekên din jî bide hikûmeta Îraqê.

Li dawiya sala bihurî, şerê navbera hikûmeta Îraq û çekdarên Îslamî li parêzgeha Anbarê li rojavaya welatî destpê kir û şer her berdewam e. Bajarê Felluce û çend beşên bajarê Rumadî di bin kontrola çekdarên Îslamî de ne.
XS
SM
MD
LG