Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 100 Kes li Nîjeryayê Hatin Kuştin


Karbidestên Nîjeryayê dibêjin ku bi sedema êrîşeke çekdarî, bi kêmî ve 100 kes li sê gundên devera Kaduna hatîne kuştin.

Gelek caran tundûtûjî li devera Kaduna li naverasta Nîjeryayê çêdibin ji ber kêşeyên olî, neteweyî û pirsgirêkên erdî.

Polîsên Nîjeryayê radigihînin ku 40 çekdarên ser bi neteweya Fulanî êrîşa gundên Angwan Sankway, Angwan Gata û Çenşî kirin.

Li sala bihurî, bi sedan kes li naverasta Nîjeryayê hatine kuştin di tundûtûjiyên olî yên navbera Musilman û Kristiyanan de.
XS
SM
MD
LG