Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Rêkeftina Yekgirtina Rûsya û Kirimê Îmze Kir


Vladimir Putin
Vladimir Putin
Serokê Rûsî Vladimir Putin roja Sêşemê bernivîsa rêkeftina yekgirtina Rûsya û Kirimê mor kir, rojekê piştî Kirimê serxwebûna xwe ragihand.

Putin herwiha bi fermî hikûmet û parlamentoya Rûsyayê agahdar kir ku Kirim dixwaze bibe beşek li Rûsyayê.

Roja Duşemê Rûsya bi fermî pênasîn bi “serwerî û serxwebûna” Kirimê kir, piştî herêma Kirim serxwebûna xwe ji Ukraynayê ragihand.

Helwêsta Rûsyayê hemberî kêşeya Ukraynayê û şandina hêzên leşkerî jibo herêma Kirim, têkeliyên Rûsyayê bi Amerîka û Ewropayê aloztir dikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG