Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Krîza Ukraynayê, Biden Diçe Ewropayê


Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden serdana hejmareke welatên Ewropî dike jibo encamdana gotûbêjan li ser çewaniya serederîkirin ligel krîza Ukraynayê, piştî herêma Kirim serxwebûna xwe ji Ukraynayê ragihand.

Birêz Biden roja Sêşemê gihişte Warsaw ya paytexta Polandayê û bi Serokwezîrê Polandî Donald Tusk û Serok Bronislaw Komorowskî re kom dibe, piştî Serokê Rûsî Vladimir Putin bernivîsa rêkeftina yekgirtina Rûsya û Kirimê îmze kir.

Roja Duşemê Rûsya bi fermî pênasîn bi “serwerî û serxwebûna” Kirimê kir, piştî herêma Kirim serxwebûna xwe ji Ukraynayê ragihand.

Her roja Duşemê, Ameîrka û Yekîtiya Ewropî cezayên giran li djî Rûsyayê ragihand jiber helwêsta Moskovayê hemberî qeyrana Ukraynayê.

Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha serdana sê welatên Baltîk dike.
XS
SM
MD
LG