Karbidestên Îraqî dibêjin ku bi sedema hejmareke teqînan li Bexda û başûra paytextî, bi kêmî ve heşt kes hatin kuştin.
Bazar û hêzên parastina Îraqê armancên êrîşên roja Sêşemê bûn.
Karbidest dibêjin, otomobîlek li bazara bajarê pîrozê Şîeyan, Kerbela, hate teqandin û di encam de sê kes hatin kuştin û 16 kesên din birîndar bûn.
Herwiha bi sedema teqîna otomobîlekê li bajarê Hafriyeh li başûra Bexdayê, yek kes hate kuştin. Di teqîneke din her li wî bajarokî, du kes hatin kuştin û pênc kesên din birîndar bûn.
Li Bexdayê jî, bi sedema teqîna otomobîlekê li xaleke vekolîna hêzên parastinê, du polîs hatin kuştin û neh kesên din birîndar bûn.