Lînkên eksesibilîtî

Firokên Îsraîlî Armancên Leşkerî yên Sûrî Bomberan Kir


Îsraîl dibêje, hêzên wê yên ezmanî armancên artêşa Sûrî bomberan kirin, wekî hewla bersîvdana êrîşên dijî hêzên wê li Girên Golan.

Artêşa Îsraîlê îro Çarşemê got, di nav armancên bomkirî de fêrgeha leşkerî, navendeke artêşê û bingehên topan jî hene.

Êrîşa ezmanî rojeke piştî peqîneke dijî leçkerên Îsraîlî hat ku karbidestan ragihandibû ku 4 lekerên Îsraîlî birîndar bibûn.

Îsraîlê, hikûmeta Sûrîyê ji wê êrîşê tawanbar kiribû.
XS
SM
MD
LG