Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Piştgirên Rûsî Dest datînin ser Navenda Leşkerî ya Ukraynî


Hêzên piştgirê Rûsya navenda hêzên deryayî ya Ukraynî ya li bajarê Sîvastopol ya Kirim girtin bin kontrola.

Ew liv çend roj piştî referanduma Kirimê hat ku parlama wê herêmê biyar dabû ki bibe beşeke Rûsya.

Dîdevan dibêjin herî kêm 200 hêzên bêçek yên xwe-parastinê ketin nav avahîyê û ala Rûsya bilind kirin.

Di bûyerê de tundî pêk nehat û hêzên Ukraynî li hember wê bizavê bê deng man.

Di nv hefteyên borî de, bi hezaran leşkerên Rûsî Kirim xistibû destê xwe.

Amerîka û Yekîtîya Ewropa ji biryara Serokê Rûsya Vladimir Putin eciz bibûn û ew, gaveke neqanûnî nav kiribûn.
XS
SM
MD
LG