Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azadkirina Girtîyên Ser bi "Dewleta Kûr" ve Tirsê li Tirkîyê Derdixe Holê


Azadkirina kesayetîyên xaneşîn yên leşkerî û mîrên tawanê li Tirkîyê, xeman derdixe ku Dewleta Kûr dikare careke din vegere.

Di encama reformeke qanûnî de ji alîyê hikûmeta Tirkîyê, bi dehan efserên berê yên artêşa Tirkîyê û mîrên tawanê li wî welatê ji zindanan hatin azadkirin. Gelek ji wan bi tawanên girêdayî Dewleta Kûr ve hatibûn girtin. Dewleta Kûr jî tevneke nefermî ya hêzê ye ku dozgir dibêjin, berpirs e bo terorkirinên siyasî ya wan kesên ku wekî dijminên dewletê tên dîtin.


Ji nav wan kesên ku hatine azadkirin, ewên bi terorkirina rojnamevanî Ermen yê navdar Hrant Dink hatibûn cezakirin. Dozgir îdîa dikin ku kujerên sê dawetkarên olî jî hatine berdan.

Hinekên din bi damezrandina tîmên mirin li nav hêzên ewlekarîya dewletê hatine tawanbar kirin. Lê rêxistinên mafên mirov dibêjin ku piranîya qurbanîyên ku li ser destên Dewleta Kûr hatin kuştin, çalakvanên ku jibo mafên Kurdan xebat dikirin, bi taybet li salên 90, di germahîya şerê navbera dewleta Tirkiye û rêxistina PKK'ê de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG