Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Australya Perçeyên Firoka Malezî Dîtibe


Karbidestên deryayî yên Australî dibêjin, du objektên ku wna li berava Okyanusa Hîndî dîtine, dikarin perçeyên firoka hinda ya Malezî bin.

Serokwezîrê Australya Tony Abbott îro Pêncşemê ji parlemanê re got, Sazîya Ewlehîya Derya yî ya Australî (AMSA) li gor vekolîna setelaytî çend dîmen peyda kirine ku îhtîmal e paşmayîyên firoka 370 ya Malezî bin.

Rêvebirê AMSA John Young got, ew du tiştên ku wan dîtine ji alîyê mezinahî ve bibin perçeyên firokê û 2.500 kîlometre dûrî berava Perth in.

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Australî Abbott ligel hevtayê xwe yê Malezî axifî û ew ji pêşketina nû agahdar kir.
XS
SM
MD
LG