Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Îmzakirina Putîn, Kirim bi Fermî Bû Axa Rûsya


Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Înê qanûna ser Kirimê îmza kir ku ew herêm bi fermî nû beşeke axa Rûsya.

Hevdem, Ukrayna jî peymanek bi Yekîtîya Ewropa îmza kir ku rê dide hevkarîyeke nêzîktir.

Merasîma îmzakirina qanûna ser Kirimê pêk hat, piştî ku Civata Federasyonê anku civata bilind ya parlemana Rûsî bi yekdengî ew biryar pejiand.

Li Brukselê jî, Serokwezîrê demkî yê Ukrayna Arseniy Yatsenyuk peymaneke hevalbendîya sîyasî ligel Yekîtîya Ewropa îmza kir.
XS
SM
MD
LG