Lînkên eksesibilîtî

Leşkerên Îsraîlî Çar Filestînî Kuştin


Filestînî termê Hemze Ebu el Heyca bilind dikin, Şembî, 22ê Adarê, 2014.
Leşkerên Îsraîlî di êrîşeke de li ser malekî li herêma Kinara Rojava, çar kesên Filestînî kuştin.

Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku hêzên wê roja Şemîyê çûn malekê li kampa Cenîn ya penaberan da ku mîlîtanekî Hemas yê Îsraîlî bigirin.

Karbidestên Filestînî dibêjin, artêşa Îsraîlê mal dorpêç kirin û ferman dan Hemze Ebu el Heyca ku derkeve.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Ebu el Heyca yê berguman qebûl nekir ku derkeve û teqe li leşkeran kir ku du ji wan birîndar kirin. Artêşê jî beriv da û yê mîlîtan kuştin.

Îsraîlê ragihand, xwepêşander ku li cihê bûyerê kom bibûn êrîşî leşkeran kirin. Pişt re leşkerên Îsraîlî teqe li wan kirin û di encamê de sê Filestînî hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG