Lînkên eksesibilîtî

Michelle Obama, hevjîna Serok Barack Obama serdana Çînê kir.

Xanima Yekem ya Amerîkayê roja Şembî gotarek pêşkeşî xwendevanên Zanîngeha Peking kir û qala azadî û mafên mirovan kir.

Lê belê wê daxwaz li desthilatdarên Çînê nekir ku sînordariyên li pêş maf û azadiyan hilweşînin. Hikûmeta Çînê bi awayeke berçav maf û azadiyan binpê dike.

Hikûmeta Amerîkayê ragihand ku perwerde armanca sereke ya serdana Michelle Obama ye bo Çînê.

Serdana hevjîna Serokê Amerîkayê bo Çînê pênc rojan berdewam dibe.

XS
SM
MD
LG