Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Kes di Êrîşekê de li Ser Kenîseyekê li Kenya Hatin Kuştin


Hinek çekdar îro Yekşemê derbasî kenîseyekê li bajarê Mombasa yê Kenyayî kirin û teqe li nivêjkaran kirin. Di encamê de du kes hatin kuştin û jimareke kesên din birîndar bûn.

Dîdevanan got ku wan Încîlên di nav xwînê de û kursîyên qulaptî li seranserî erda kenîseyê dîtin.

Ti kesî demûdest berpirsîya êrîşê nexistiye stûyê xwe, lê grûpa Somalî ya el Şebab, k user bi el Qayîde ve ye, û piştgirên wê yên li Kenya berê êrîşên ji vî rengî pêk anîne.
XS
SM
MD
LG