Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîya Petrolê Vedigire Lîbyayê


Keştîyek ku ala Bakurê Koreya li ser bû, ku mîlîşyayeke Lîbyayê ew bi petrola xav barkiribû, vegerîya Lîbya.

Karbidestên Lîbî dibêjin, keştîya bi navê Morning Glory, dê îro Yekşemê bigihêje bêndera Zawiya, nêzîkî Terablusa paytext, cihê ku dê bare wê li wir were valakirin.

Hêzên deryayî yên Amerîkî keştî hefteya bûrî li nêzîk Qibris li nav Deryaya Spî zeft kiribû û bi wê yekê hewildanek serhildayên Lîbî rawestandibûn ku dixwestin petrola xav bifiroşin, dijî viyana hikûmeta Lîbyayê.

Hêzên serhildayan li bêndera Sid ya rojhilata Lîbyayê dora 234 hezar bemîlên petrolê li keştîya Morning Glory bar kiribûn ku nirxê wê digihişt dora 24 milyon dolar.

Vegera keştî serkeftineke bêhempa bû jibo hikûmeta Lîbyayê, ya ku jibo dawîanîna dorpêçkirina bênderekê ji alî serhildayan ve di ber xwe de dide. Ev jî yek e ji gelek zehmetîyên ku hikûmeta navendî rastî wan tê, sê salan piştî roxandina rejîma Moammar Gadafî.

Hêjayî gotinê ye ku Koreya Bakur berpirsîya xwe bo keştîyê red kiriye.
XS
SM
MD
LG