Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Wêneyên Satelîtê ji Parçeyên Balefira Malîzyayî Nîşan Dide


Karbidestên Malîzyayî dibêjin, wan wêneyên satelîtî ji Fransayê wergirtine ku hinek tişt li herêmekê li nav başûr Okyanosya Hindî nîşan didin.

Di daxuyanîyekê de îro Yekşemê, Wezareta Hatûçûnê ya Malîzyayê got, wêne nêzîkî deverekê hatin dîtin ku satelîtên Australia û Çînê wêneyên mezin yên tiştan li nav avê hefteya bûrî girtibûn dema ku gera xwe bo balefira Malîzî berdewam dikirin.

Balefir û keştî roja Yekşemê bi lêgerîna li balefirê li wê devera başûrê Okyanosya Hindî qedandin, cihê ku ew tişt lê hatibûn dîtin. Balefireke leşkerî ya New Zealand do Şemîyê ber bi wê deverê ve çûbû lê tenê gîhayê deryayî dîtibû.

Serokwezîrê Australia Tony Abbott îro Yekşemê got, hêvîyeke mezin heye ku ev vedîtinên nû wan bigihînin encama baş jibo peydakirina balefira windayî ya ku 239 rêwî tê de bûn.

Balefira Boeing 777 li 8’ê Adarê winda bû dema ku ji Kuala Lumpur difirîya Pekînê. Heta nuha ti belgeyên konkret tune ne ka gelo çi bi firokeyê hatiye.
XS
SM
MD
LG