Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Balefireke Şer ya Sûrî Dixîne


Leşkerên Tirk li ser sînorê Sûrîyê.
Tirkîyê balefireke şer ya Sûrî danî erdê li dema şerekî giran navbera serhildayên Sûrî û hêzên hikûmeta Beşar Esed nêzîkî sînor ligel Tirkîyê.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku balefira Sûrî herêma asmanî ya Tirkîyê derbas kiribû. Televizyona dewleta Sûrîyê dibêje, balefir dida dû serhildayan li nav axa Sûrîyê.

Jêdereke leşkerî Sûrî got ku pîlotê balefirê dikarîbû xwe jê bavêje. Berdevkekî leşkerî karê Tirkîyê wekî “dijminahiyeke eşkere” binav kir.

Birêz Erdogan hişyarî da Sûrîyê û got ewê “bersiv giran be” eger Sûrîyê asmanê Tirkîyê derbas bike.

Ev bûye sê roj ku serhila û leşkerên Sûrîyê jibo kontrolkirina xala Keseb ya sînorî li parêzgeha Laziqiyê şer dikin.
XS
SM
MD
LG