Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Hêzên Xwe ji Kirim Vedikşîne


Hikûmeta demi ya Ukrayna ferman da hêzên xwe ku ji Kirim vekêşin, piştî ku hêzên Rûsya li sê rojên borî sê bingehên leşkerî kontrol kiryn.

Ukrayna îro got ya hêzên xwe ji Kirim vedkêşa piştî ku Rûsya Kirim kire beşek ji axa xwe.

Serokê Ukrayna bi wekalet, Oleksandr Turchynov got, ji wezareta berevaniyê hat xwastin ku hêzên hêzên Ukraynî li deverên din yên welat bên belavkirin.

Hêzên Rûsî roja Dûşembî, bingehekê deryayî nêzîkî benderê Feodosia li rojhilata Kirim dagîr kir. Wezareta berevaniyê ya Ukrayna got du serbaz birîndarbûn û 60 heta 80 serbaz hatin girtin.
XS
SM
MD
LG