Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seqayê Nebaş Lêgerîn li dîv Firoka Hinda ya Melazî Rawestind


Jiber hewa û seqayê nebaş roja Sêşembî lêgerîn li dîv firoka hinda ya Melazî hat ragirtin, ku li gor gotina karbidestan ew firoke li başûra oqyanonsê Hindî hatibû ketin.

Kesûkarên neferên wê firokê li Pekîn xwenîşandan kirin. Nêzîkî 100 endamên malbatên qurbaniyan daxwaz kir ku rastî li ser wê firokê bên belavkirin.

Xwenîşanderan hindek caran hikûmeta Melazî bi derewîn û mirovkuj dannasîn. Piştî ku polîsan rê neda xwenîşanderan xwe bigehîne rojnamevanan, navbera jimerek li xwenîşanderan û polîsan lêgdan qewmî.
XS
SM
MD
LG