Lînkên eksesibilîtî

Serok Barack Obama Dibêje ku Amerîka ya Aloze ku Rûsya Pitir Derbazî Axa Ukrayna bibe


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje ku Amerîka ya aloze jiber îhtîmala hindê ku Rûsya pitir biçe dinav axa Ukrayna de piştî ku Kirim kirye beşek ji axa xwe.

Di konfranseke rojnamevanî de îro digel Serokwezîrê Holendî Mark Rutte li Lahey, rêzdar Obama got Washington aloze ku Rûsya pitir biçe dinav axa Ukrayna de, lê herwiha got dê bijarek xirab be ji aliyê Rûsîyê ve, û got Amerîka û hevalbendên wê yên Ewropî nexşe hene ku heke pêdivî be toleyên pitir dane ser Rûsya.

Rûsya îro helwêsta welatên hêzdar yên cîhanê red kir ku ji komela heşt welatên sazkar ku bi G8 tê nasîn bê derxistin jiber ku Kirim kire beşek ji axa xwe.

Dmitry Peskov peyvdarê Serokê Rûsya Vladimir Putin têbînî li ser helwêsta welatên hêzdar yên cîhanê da rojekê piştî ku heft welatên komela heşt razî bûyn ku kombûna xwe ku li meha 6 bê Rûsya biken li şûna kombûna ku biryar bû li Rûsya bê kirin.

Di belavokeke hevpişk de li kombûna navokî li Lahey, Holenda, rêberên Amerîka, Brîtanya, Kanada, Fransa, Elmanya, Îtalya û Japon got beşdarbûna Rûsya dê rawestînin heta ku Moskow helwêsta xwe diguhere.
XS
SM
MD
LG