Lînkên eksesibilîtî

35 Welat Jibo Peymana Navokî li Hev Dicivin


Dîmenek ji hilcivîna Lahay.
35 welatan soz dan ku standardên ewlekarîya navokî yên navneteweyî li welatên xwe bikin qanûnên niştimanî, li dema îmzekirina bizavekê li hilcivîneke navokî li bajarê Lahay yê Holandayê.

Bizava ku Holanda, Amerîka û Koreya Başûr piştgirîya wê dikin, daxwaz ji welatên beşdar dike ku şêweyên xwe yên ewlekarîyê jibo lêpirsîn û lêkolîna serbixwe vekin.

Ji bilî van hersê welatên ku li dû bizavê ne, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îsraîl, Japon û Tirkîyê jî di nav 15 welatên din de ne ku li ser wê îmze kirin. Delegasyonên 53 welatan di hilcivîna du roj li Lahay beşdar dibin.

Miles Promper ji Navenda James martin li wîlayeta California got, "divê em bikin ku welatên mayî yên hilcivînê jî îmze bikin, bi taybet Rûsya."

Roja Duşemê, Serokê Amerîka Barack Obama û Serokwezîrê Japonê Shinzo Abe li Hilcivîna Lahay rêkeftinek ragihandin ku di bin wê de Japon dê bi sedan kîlogramên yûranyûm û plutonyûm bide Amerîka da ku bixe şiklên li dijî belavbûna çekan.
XS
SM
MD
LG