Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Sîsî bi Fermî jibo Hilbijartinên Serokatîya Misirê Dide Pêş


El Sîsî li dema pêşkêşkirina gotara xwe.
Rêberê giştî yê artêşa Misirê General Ebdulfettah el Sîsî bi fermî ragihand ku ew ji dev ji karê xwe di nav hêzên çekdar de berdide da ku karibe tevlî pêşbirka hilbijartinên serokatîya Misirê bibe. Tê çaverêkirin ku el Sîsî bi hêsanî di hilbijartinan de biserkeve.

Di gotarekê de li ser televizyona dewletê roja Çarşemê, general got ku Misir ji alîyê terorîstan ve di bin gefeyê de ye û nuha dema dema parastin û avakirina welat bi rûmetê ye.

El Sîsî hişyarî da ew nikare bi tena xwe pirsgirêkên welêt wekî hejarî û bêkarîya bilind çareser bike, lê divê herkes jibo avakirina Misirê kar bike.

Di dirêjahîya gotina xwe de, el Sîsî got ku Misirê welatekî hêjayî rêzê ye û rexne li hinek welatên herêmî û biyan kir ku carna maytêkirin li Misirê dikin, hem bi riya siyasetê û hem jî bi riya ragihandinê.

Biryara el Sîsî jibo tevlîbûna li hilbijartinên serokatîyê bi awayekî berfireh dihate çaverêkirin. Herwiha dê artêşa Misirê ya bihêz bi şêweyekê befireh pişta wî bigire.

Sîsî yê ku herwiha wekî wezîrê berevanîyê kar dikir, kesayetîya leşkerî ya sereke bû ku sala bûrî Serokê Îslamî Mihemed Mursî ji desthilatê qewirandibû.
XS
SM
MD
LG