Lînkên eksesibilîtî

Çavdêrîya Sûrî: 256 Kes Do Pêncşemê li Sûrîyê Hatine Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM), ku bingeha wê li Londonê ye, îro Înê ragihand ku do Pêncşemê nêzîkî 256 kes li Sûrîyê hatine kuştin.

ÇSMM dîyar kir ku 50 ji qûrbanîyan kesên sîvîl in ku 15 ji wan zarok, 8 jî jin in.

Di şer û pevçûnan de 2 şervanên YPG jîyana xwe hinda kirine.

Di daxuyanîya rêxistinê de tê gotin ku 68 serhilda, 23 şervanên Îslamî yên ne Sûrî û 23 endamên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) jî hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dide zanîn ku di şer û pevçûnan de 88 hêzên rejîma Esed hatine kuştin.

Herwiha, 7 şervanên ne Sûrî yên ji Lîwa Ebû El-Fadil El-Abas û 2 endamên Hîzbullah yên piştgirên rejîmê hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG