Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Televizyona Sûrî: Hikûmet Du Gundan li Ser Sînorê Libnanê Kontrol Dike


Nexşeya Sûrî.
Nexşeya Sûrî.
Televizyona dewletê ya Sûrî dibêje, piştî pevçûnên ligel serhildayên opozisyonê hêzên hikûmetê du gund li nêzîk sînorê Libnanê kontrol kirine.

Televizyon dibêje ku gundên bi navê Flita û Ras Mera îro Şemîyê danê sibehê ketin destên hêzên hikûmetê.

Ev herdu gund armancên herî dawî bûn yên êrîşeke hikûmetê li herêma Qelemûn ya çiyayî piştî ku leşkeran wexteke zûtir vê mehê bajarokê Yebrûd kontrol kirin.

Ji dema ku kempeyna Qelemûnê li Novembera sala bûrî destpê kir, bi deh hezaran hevwelatîyên Sûrî reviyane Libnanê.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov û bingeha wê li Brîtanya ye piştrast kir ku hêzên hikûmetê pêşketinan di herdu gundan de pêk tînin, lê ti gotin neda ka ew bi temamî ketine jêr destên hêzên hikûmetê.
XS
SM
MD
LG