Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Serkeftina Hilbijartinê Pîroz Kir


Bi diyarbûna encamên hilbijartinan re Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan serkeftina xwe ragihand.
Serokwezîr Erdogan, li paytext Enqerê li navenda giştî ya AKP’ê ji alîgirên partîya xwe re peyivî.
Wî got, “Ez ligel silavên xwe 77 milyon hemwelatiyên Tirkîyê û 81 wîlayetên wê bi hezkirin û hûrmet hembêz dikim.”
Birêz Erdogan dîyar kir, sîyaseta kasetan û tomarên dengên montajkirî têk çûye ku gelê me jî kesên destdirêjiya vîna wan kirine xistiye binê sindoqan.
Serokwezîr Erdogan rexneyên tund li cemaeta Fethullah Gulen kirin.
“Emê welatê xwe ti caran radestî Pensilvaniya û hevalbendên wan yên xayîn ku li vê derê ne nekin. Niha yên ku rêya xwe dîtin revîyan, wê hê jî birevin. Jibo ku nerevin min doz li hinekan vekiriye. Wê hisabê kirinên xwe bidin.”
Serokwezîr Tirk dîyar kir, Ewê bê cudahî xizmeta yên dijûn û heqerat li wan kirine jî bikin.
Li dema ku ji sedî 90’ê dengan hatibûn jimartin rêjeya Partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) 45%, Partîya Gel ya Komarî (CHP) 29%, Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) 15%, Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî tevî hev 6%’ê dengan standin.
Li gor vê rêjeyê AKP’ê 48, partîyên opozîsyonê CHP 14, BDP 11 û MHP’ê jî şaredarîyên 8 bajaran bi dest xistin.
Bajarên Stenbol û Enqere jî li gor piraniya dengên hatibûn eşkere kirin, di destê AKP’ê de man.
Li bajarên Kurd şaredariyên Dîyarbekir, Dersîm, Wan, Mêrdîn, Hekarî, Sêrt, Batman, Şirnex, Agirî, Îdir û Bêdlîs ketin destê BDP’ê.
Ligel bajar û bajarokan AKP 591, CHP 172, MHP 108 û BDP’ê jî tevî şaredarîya Mêrdînê ku Ahmet Turk hate hilbijartin 74 şaredarî qezenc kirin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG