Lînkên eksesibilîtî

Partiyên Opozîsyonê Encamên Hilbijartinên Tirkîyê Dinirxînin


Bi dîyarbûna encamên hilbijartinên şarerdarîyan yên Tirkîyê re ku bala qada navnetewî û bîragiştî li ser e, serokê partîyên partîyên opozîsyonê îro Sêşemê nirxandinên xwe yên ewil kirin.

Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, bi kombûneke rojnamevanî derheqê encamên hilbijartinan de daxuyanî dan.
Kiliçdaroglu bal kişand ser gotara Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya ku serkeftina xwe pîroz kir û got, ‘Tu bi wê hêza xwe nikarî CHP’ê têk bibî.’

Serokê CHP’ê CHP’ê nêrînên xwe yên li dema xebatên hilbijartinê dubare kirin û da xuya kirin, Serokwezîr wekî dîktatora tehdîtan dike. Bila ew kesê li ser qoltixê serokwezîrtiyê rûdine baş bizane ku nikare gefan li CHP’ê bixwe. Me li vî welatî demokrasî ne jibo ku tu gefan bixwî ava kiriye.’

Kiliçdaroglu bal kişand ser ku Serokwezîr Erdogan hewil dide opozîsyonê li gor dilê xwe dîzayn bike, lê hêza wî têra têkbirina CHP’ê nake.

Wî li ser gotinên karvekêşana ji seroktiya CHP’ê jî dîyar kir, Ger kesekî îstîfa bike hebe ew kesê dizîya vî welatî kiriye ye. Çima kes nabêje bila kesên welat şêlandine îstifa bikin. Lê dibêjin bila parêzvanên demokrasîyê îstifa bikin. Her çiqas me li gor daxwazê deng ne standibin jî emê di vê meşa xwe de bi biryar bin. Lewra ev hê destpêk e.

Li alîyê din Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demirtaş jî piştî eşkerebûna encamên hilbijartinan got, partîyên serkeftî yên vê hilbijartinê AKP û BDP ye. Berî her tiştî hate fahm kirin ku bizaveke sivîl ya gel derketiye holê. Beşdarîya xurt ya hilbijartinê jî jixwe nîşaneya vê yekê ye.

Demirtaş, rexne birin ser partiyên opozîsyonê CHP û MHP’ê ku da zanîn, herdu partiyên dijber jî nebûn dengê gel, lê civaka sivîl bi serbilindî ji vê hilbijartinê derket.





Hevserokê BDP’ê herwiha rexne li AKP’ê jî kir ku xwest piştî serkeftina hilbijartinê dev ji kiryarên astengkirina demokrasîyê berde û jibo pêdivîyên pêvajoya aştiyê gavan bavêje.

Demirtaş bi bîr xist, êdî derketiye holê ku partiya sereke ya opozîsyonê BDP ye û piştî têkoşîna xwe ya domdirêj ya demokrasîyê xwe bihêztir kiriye.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî jî di nirxandina xwe ya encamên hilbijartinê de got, partiya serokwezîr çi dengan bistîne bila bistîne jî ji tometên gendelî û bê hiqûqîyê xwe nikare pak bike.

Bahçelî îdia kir ku partiya Serokwezîr Erdogan AKP bi xêra hêza deshilatdarîyê û bikaranîna derfetên dewletê li hilbijartinên 30’ê Adarê dengên zêde standine ku bi vê hişmendiya xwe bi îradeya sîyasî û civakî ya hemwelatîyan lîstine.
XS
SM
MD
LG