Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Hemî Hevkarîya Sîvîl û Leşkerî ligel Rûsya Dicemidîne


NATO wê hemî hevkarîya sîvîl û leşkerî ya bi Rûsya bicemidîne, piştî ku Moskow biryar da ku Kirima Ukrayna bêxe nav axa xwe.

Wezîrên NATO piştî hevdîtina ligel wezîrê Ukrayna, di daxuyanîyeke hevbeş de ew biryar ragihand.

Daxyanîya hevbeş dibêje, ew pênasîna bi hewla Rûsya nakin ku Kirimê kiriye beşeke sînorên xwe.

NATO dîyar dike ku ew gav sîyaseteke neqanûnî û nerewa ye û divê Rûsya rêzê li qanûnên navnetewî bigire.

Daxuyanîya NATO herwiha dîyar kir ku endamên NATO û Ukrayna qayil bûn hevkarîya xwe xurtir bikin.
XS
SM
MD
LG